Rêxistina Mafên Mirov Hengaw îro Duşemê ragihand ku kolberekî 18 salî yê bi navê Selah Xoşnemek, li nêzîkî bajarê Merîwanê ji alîyê pasewanên sînor ên Îranê ve hat gulebarankirin û kuştin.
Ew di nava çar rojan de kolberê duyem bû ku ji alîyê pasewanên sînor ve hat kuştin.
Hengaw dibêje ku pasewanên sînor ên Îranê ji nêz ve û bêyî hişyarkirinê gule berdan Xoşnemek. Ew li cihê bûyerê mir.
Herwiha li gor Hengawê, roja Înê, pasewanên sînor li nêzîkî derîyê sînor ê Newşûdê gule berdan kolberekî 57 salî yê bi navê Wezîr Rehmî û ew kuşt. Rehmî ji navçeya Şaho ya bajarê Rewanserê bû û bavê pênc zarokan bû.