Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baroya Wanê Kuştin û Êşkencekirina Kolberên Kurdên Îranî Vedikole


Komîsyona Mafên Mirovan ya Baroya Wanê li ser kuştine kolberê Kurd yê bi navê Hesen Keçelano û birînkirina Behnam Semedî serî li Serdozgerîya Komarîya Ebexa (Çaldiran) Wanê da.

Endamên Komîsyona Mafê Mirovan ya Baroya Wanê
Endamên Komîsyona Mafê Mirovan ya Baroya Wanê

“Di 15’ê Nîsanê de dema hin kolber ji bajarê Maku ya Îranê bi qaçaxî jî sînorê Tirkîyê darbazî alîyê bajarokê Ebex dibûn, ji wan du kes ji alîyê leşkerên Tirk ve hatibûn desteser kirin,” Rêxistina Mafê Mirovan ya Rojhilat ragihandibû.

Wê rêxistinê bi berdevamî gotibû ku her du kolber bi awayekî giran hatine êşkence kirin û di encamê de Hesen Keçelano yê 43’ê salî, ku bavê sê zarokan e, hatiye kuştin û Behnam Semadî yê 17 salî jî bi giranî hatiye birîndar kirin.

Piştî wê bûyerê, Komîsyona Mafên Mirovan ya Baroya Wanê li ser sînorê navbera Tirkîyê û Îranê vekolîn kirin.

Endamê komîsyonê Rojhat Levent Ozgokçe got ku ew dixwazin ku êdî bûyerên wiha biqedin.

“Divê kujer û êşkecekarên kolberan werin ceza kirin. Bi vê armacê tiştê ku di alîyê hiqûqî de dikeve ser milê emê bikin. Emê şopdarê doza kuştin û birîndarkirina her du kolberan bin.”

Komîsyona ku ji hejmarek parêzeran pêk dihat, encamên lêkolînên xwe û agahîyên dest xistî bi Serdozgerîya Komarîya Ebexê re parve kirin û derheqa êşkencekaran de gilî kirin.

Behnam Semedî, ku niha li Îranê li nexeşxaneyekê tê derman kirin, bi rêya telefonê ji Dengê Amerîka re got ku ew li nava gund rastî leşkerên Tirk hatin û wan ew birin bingeha leşkerî.

“Em li wê derê rastî tundîyê hatin û pişt re jî em birin ser sînorê Tirkîyê û Îranê. Li vê derê jî bi hevre leşkeran bi bêrên hêsin li me xistin û bi kêrê xwestin ku min serjê bikin. Piştî demeke dirêj ez hatim ser xwe û min dît ku Hesen hatiye kuştin.”

Kekê Bahnam Semedî, Milad jî dibêje ku bîrinên birayê wî pir giran in û jiber wê jî jibo ku ew bi başî were derman kirin, li nexweşxaneyan digerin.

“Kar û barê kolberan pir zehmet e, jiber ku bi kuştin û êşkencê rûbirû dimîn. Li Îranê kar tuneye û em nikarin debara xwe bikin û em mecbur in mirinê bidin ber xwe û kolberîyê bikin. Leşkeren Tirk me êşkence dikin, yên Îranê jî bi guleyekê me dikujin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku heya ku ev raport dihat amade kirin derheqa bûyerê de ji alîyê Walîtîya Wanê ve ti daxuyan nehatibû dayîn.

Komela Mafên Mirovan ya Kurdistanê ragihandibû ku di 2020’an de 70 kolber hatine kuştin û 44 kes ji hatine îdam kirin.

Li gor heman jêderê 263 kes bêpirs hatine girtin û jiber zexten 84 kolberan xwe kuştine.

AA_23_04_21_Kolber
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:50 0:00

XS
SM
MD
LG