Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwendekarên Koleja Tendirustîyê li Şehba Perwerdeya Xwe bi Serketî Qedandin


Xwendekarên Koleja Saxlemîyê li Şehba
Xwendekarên Koleja Saxlemîyê li Şehba

Koma yekê ya xwendekarên Koleja Tendirustîyê li penageha Şehba ya derbiderên Efrînî, roja Çarşemê bi şahîyekê, xwendina xwe qedandin.

Rêvebirê fêrgehê Reşîd Îbiş dîyar kir ku piştî 2 sal xwendin û hîndekarî li ser zanistên nojdarîyê, 17 xwendekar der çûne.

Wî bal kişand ku penageha Şehba dorpêçkirî ye û tim tê topbaran kirin, loma derçûna xwendekaran di nava zehmetîyên derbiderîyê de serketineke mezin e.

“Tevî derfetên hindik me peymangeh vekir û xwendekar perwerde kirin, îro jî derçûna wan e, berpirsîya wan mezin bû, ew divê di nava gel û li nexweşxaneyan de êdî cîhê xwe bigirin,” Îbiş got.

Tê zanîn ku nêzî 100 hezar derbiderên Efrînî ji 6 salan de li penageha Şehba dimînin ku rewşa saxlemîyê li deverê pir kambax e.

Ev dever berê qada şer bû, mayîn û bermahîyên çekan lê belav in, herwiha ax û ava wê nepaqij e. Dîsa, binesazîya tendirustîyê jî lawaz e û alîkarîya bijîşkî kêm dighêje, loma tûşîbûna bi vîrûs û nexweşîyên cuda di nava derbideran de pir çêdibin.

Dr. Azad Reşo Hevserokê Desteya Tendirustîyê li Kantona Efrîn û Şehba dibêje ku di rewşa ku ew tê de ne derçûna xwendekaran pir girîng e.

“Em bi hêvî ne ku xwendekarên me yên derçûyî bibin bersiv jibo pêdivîyên civaka xwe, ku karibin derdên gelê xwe derman bikin û civaka xwe jî bi tendirustîyeke xwezayî sererast bikin”, Dr. Reşo got.

Di şahîya derçûnê de û bi amadebûna nûnerên sazîyên Rêvebirîya Xweser, mamosteyên kolejê û malbatên xwendekaran, 17 xwendekarên derçûyî bawernameyên xwe wergirtin û sonda karê bijîşkî xwarin.

Xwendekara derçûyî Henan Şêxo ku pileya yekê bidest xistiye, hestên xwe wiha parve kirin.

“Ez vê serkeftina xwe li gelê xwe û li mamosteyên xwe pîroz dikim, bi hêvî me layîqa keda wan bim û zanistên me ji wan wergirtine, em bixin xizmeta gelê xwe”.

Herwiha xwendekar Kemal Resûlo got ku pisporgeha tendirustîyê jibo wî derfetek bû ku xwendina xwe bidomîne.

“Tevî astengîyên derbiderîyê, min xwendina xwe temam kir, bawernameya min wergirtiye li gel, heval û mamosteyên xwe pîroz dikim, bi hêvî me ku bi qasî bawerîya wan bim”.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Koleja Saxlemîyê sala 2021'an hatibû vekirin, ew girêdayî desteya tendirustîyê di Rêvebirîya Xweser de ye û dema xwendinê tê de du sal in.

NR_01_10_2024_College of Medicine
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:07 0:00
XS
SM
MD
LG