Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

2 Firokên Kolombîyayî Dersînorkirîyên ji Amerîka Anîn Bogota


Kesên ku ji Amerîka hatine dersînor kirin Colombians deported from the United States arrive at El Dorado International Airport in Bogota
Kesên ku ji Amerîka hatine dersînor kirin Colombians deported from the United States arrive at El Dorado International Airport in Bogota

Hikûmeta Kolombîya îro Sêşemê ragihand ku 2 firokên hêzên esmanî yên Kolombîya, ku ji dersînorkirîyên ji Amerîka anîne welêt, gihîştine paytext Bogota.

Wezareta Derve ya Kolombîya li ser platforma X got ku firokek ku ji San Diego 110 Kolombîyayî anîne malê û ya din jî ku ji El Paso ya Teksasê derketîye 91 kesên dersînorkirî anîne welêt.

Serokê Kolombîya Gustavo Petro di dawîya hefteyê de pêşî li krîzeke aborî girtîbû, piştî ku dîplomatên hikûmeta wî û yên Amerîkî li ser firînên dersînorkirinê li hev kiribûn. Piştî bilibdbûna girjîyê her du alî gefa danîna bacên gimrukê li hev kiribû û Washington jî dayîna vîzayan ji Kolombîyan re sekinandibû.

Petro li hember bikaranîna firokên leşkerî yên Amerîkî jibo dersînorkirina Kolombîyayan nerazîbûn nîşan dabû û gotibû ku hemwelatîyên wan wek sûcdar hatin nîşandan loma wî rê neda ku firokên Amerîkî dakevin axa wan.

Trump jî bi soza ferzkirina % 25 baca ser hemî berhemên Kolombîyayî bersîvdana Petro dabû, ku ew rêjê wê di hefteyekê de bibûya % 5 û herwiha toleyên ji hêla xezîne, bank û sîstema darayî yên Amerîkî jî bihatana.

Trump herwiha soza danîna qedexeyên vîzayê li ser karbidest û hemwelatîyên Kolombîyayî jî dabû.

Petro jî wek bersîvdanê, gefa danîna bacên Kolombîyayî li ser berhemên Amerîkî kiribû, lê her du alî şeva Yekşemê gihêştibûn lihevkirinekê.

Karbidestên rêvrbirîya Trump peyman wek serketineke mezin pîroz kiribû û gotibû ku Trump Kolombîya wek mînakek bi kar anî ku hêza Washingtonê ji cîhanê re nîşan bide, lê karidestên Kolombîyayî gotibû ku peyman serketineke jibo her du alîyan e.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG