Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Kolombîya û ELN Danûstandinên jibo Agirbestê Didomînin


Hikûmeta Kolombîya û rêxistina serhildêr Artêşa Rizgarîya Neteweyî (ELN) ser agibestê li hev kirin.

ELN’ê dîyar kir ku ewê berî agirbestê, ku çaverê ye meha pêş were ragihandin, dawî li êrîşan bîne.

Wezareta Berevanî ya Kolombîya jî ferman da ku hêzên çekdar operasyonên xwe rawestînin.

ELN’ê dîyar kir ku tevî danûstandinên agirbestê, ger dijî wê operasyon li dar kevin ewê berevanîya xwe bike.

Agirbesta 6 mehî dê bi awayekî fermî di 3’yê Tebaxê de destpê bike.

ELN’ê di sala 1964’an de dijî dewleta Kolombîya dest bi têkoşîna çekdarî kiriye.

Jiber hin pevçûnên dewletê û çekdarên ELN’ê ser danûstandinên agirbestê hin guman çêbûne.

Endamên ELN’ê roja agirbest hat ragihandin li rojhilata Kolombîya 3 polîs kuştin û hefteya borî jî hêzên hikûmetê 6 çekdarên ELN’ê kuştin.

Çaverê ye hikûmeta Kolombîya û çekdarên ELN’ê meha pêş pê ve li Venezuela danûstandinên aştîyê bidomînin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG