Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kolombîya û Venezuela Dest bi Normalkirina Peywendîyan Dikin

Sînor Venezuela û Kolombîya
Sînor Venezuela û Kolombîya

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Venezuela û Kolombîya dest bi normalkirina peywendîyan dikin.

Reutersê dîyar kir ku her du welatan piştî sê salên bi peywendîyên xirab bo paytextên hevdu balyozên nû erkdar kirine.

Normalkirina peywendîyan piştî Serokomarê Kolombîya Gustavo Petro hat ser kar destpê kir ku wî dîplomatê çepgir dabû zanîn ku ewê danûstandinên bi Venezuela re bîne asteke normal.

Serokomarê Venezuela Nicolas Maduro, Wezîrê Derve yê berê Felix Plasencia bo Bogota wek balyoz erkdar kir û da zanîn ku ew dîplomatekî dêrîn e.

Petro jî Armando Benetti, ku berê senatorî kiriye, kir balyozê Karakasê.

Maduro da zanîn ku cîgirê wî Delcy Rodriguez dê bo vekirina sînorê bi Kolombîya re û geşkirina bazara bi wî welatî re bixebite.

Sînorê Kolombîya û Venezuela pirtir ji 2,5000 kîlometre dirêj e.

Karakasê di sala 2019’an de piştî ku rikeberîya Venezuela hewil dabû bi kamyonên xwarin û derman barkirî di ser Kolombîya re derbaz be, peywendîyên bi wî welatî re qut kiribû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG