Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê jibo xebata Komîna Sînema ya Efrînê, ku di Festîvala Lêlûnê de roleke balkêş listibû vexwend bajarê Reqa.
Desteya Çandê ragihand ku jiber ku Komîna Sînema ya Efrînê jibo belgekirina êş û azarên gelê Efrînê di koçberîyê de û pêşkeşkirina wwan êşan bi awayekî balkêş hêjayî rêzgirtinê hate dîtin.
Ronahî Hesen, cîgira Desteya Çandê ya Rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê got ku armanca pêşkêşkirina berhemên Komîna Sînema ya Efrînê ew e ku hemî hemwelatî bi êşa gelê Efrînê bihesin.
Komîna Sînema ya Efrînê dibêje ku bi rêya pêşkêşkirina fîlman ew dixwaze peyamekê bi cîhanê gîne ku Efrînî ji bajarê xwe hatin derxistin û li şûna wan kesên din hatine cîh kirin.
Endamê komînê Mihêdîn Erselan got ku fîlmên wan berhema darên zeytûne ne. “Em hewila pêşxistina sînemaya Rojavayê Kurdistanê dikin jiber ku ew li gor asta cîhanê gelek paşde may.”
Endama din ya komînê, Zîlan Silêman jî dibêje ku ew hewil didin ku êşa Efrînê di rêya sînemayê bi cîhanê gînin.
Hemî fîlmên Komîna Sînema ya Efrînê ser koçberîya rûniştvanên Efrînê di 58 rojan de bû ku jiber êrîşa Tirkîyê û komên çekdar yên opozîsyona Sûrî cîh û warên xwe li paş hêlabûn.