Breaking News

Komeleya Şoreşger: Bingeha me li Gelîyê Balîsanê Rastî Êrîşan Hatîye

Wêne ji arşîfê ye
Wêne ji arşîfê ye

Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê got ku du mûşekan îro Duşemê baregeha wan a li Gelîyê Balîsanê li Herêma Kurdistana Îraqê kiriye armanc, lê ti ziyan nebûne.

Îdrîs Kulahdûzî, endamê komîteya navendî û serokê ragihandinê yê Komeleyê li Silêmaniyê, ji Dengê Amerîka re got ku êrîş piştî nîvro bi dema Kurdistanê pêk hatiye û du mûşek li derîyê derve yê bingeha wan ketine.

Wî got,"Êrîş bi du mûşekan li ser xala kontrolê ya bingeha me, derîyê derve yê bingehê me ya li Geliyê Balîsanê, pêk hatiye. Ti ziyanek nebûye."

Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê partiyeke opozîsyona Kurdên Îranî ye ku navenda wê li Herêma Kurdistanê ye.

Êrîş, ku guman tê kirin ku ji alîyê Îranê ve hatibe kirin, di demekê de tê ku Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên roja Înê got danûstandinên di navbera Bexda, Hewlêr û Tehranê de li ser çarenûsa endamên partîyên rojhilat ên li Herêma Kurdistanê berdewam dikin.

Çend bijar ji bo çareserkirina dozê hatine pêşkêş kirin, di nav de jî, derxistina lêborînekê ji bo endamên van partîyan ku vegerin Îranê, bi mercê ku jiyana wan were garantîkirin.

XS
SM
MD
LG