Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşeke Mûşekî ya Îranê li Silêmanîyê 9 Pêşmergeyên Komeleyê Kuştin

Êrîşên Îranê li ser herêma Kurdistanê
Êrîşên Îranê li ser herêma Kurdistanê

Di êrîşeke mûşek û dronan de li ser çiyayên Zirgwêzelê yên Silêmanîyê, neh pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Şoreşger a Kurdistana Îranê hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Ev êrîşa îro Înê sibehê, kampên partîyê kirin armanc.

Îdrîs Kulahdozî, endamê Komîteya Navendî ya Komeleyê, ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku “îro sibehê zû Îranê bi şeş mûşekan êrîşî wan kirîye. Mûşek li nêzîkî çiyayên Zirgwêzelê ketine. Di encamê de neh pêşmerge şehîd bûne û çend pêşmerge jî birîndar bûne, ku birîna hinek ji wan giran e.”

Sekreterê Giştî yê Partîya Komeleyê Ebdullah Mohtedî, îro înê li ser platforma X'ê êrîşên Îranê yên li ser baregehên partîyê şermezar kirin.

Ji alîyê din ve, li gor agahîyên Dijî Terora Kurdistanê, serê sibehê îro di navbera demjimêr 04:19 û 05:25an de, sîstema parastinê ya Hêzên Hevpeymanan heşt dron li esmanê Hewlêrê xistin xwarê. Di vê bûyerê de ti ziyanên canî çênebûn.

Ev êrîşên Supaya Pasdarên Îranê di demekê de ne ku Amerîka û Îranê êrîşên xwe zêtedir kirine.

CENTCOM’ê ragihand ku hêzên Amerîkayê şeva şeşan li pey hev êrîşî Îranê kir, da ku şîyanên wê lawaz bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG