Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Welatê Çîk Tevî Ragihandina Rewşa Awarte, Rêjeya Pêketinên Korona Bilind Dibe


Dîmenek ji dema vîrusa korona ya li Komara Çîk

Li Komara Çîk hejmara peketinên vîrusa korona her diçe zêdetir dibe,û hevdem du rojen ku li ser hev rêjeya rekorî ya nû tomar dike.

Wezareta saxlemî ya welat dibêje ku zêdebûna bûyerên erenî yên COVID-19 yên her rojeke yên nû, roja Înîyê giheştîye 3.793.300 peketinan, ku 300 kes ji roja borî pirtir e.

Komara Çîk ji destpêka pandemîyê vir ve tevî 699 mirinên bi sedema vîrusê bi tevahî 78.051 bûyerên pejirandî ragihandîye. Niha, 42.320 peketîyên vîrusê hen in û 1.134 kes li nexweşxaneyan têne derman kirin û herwiha rewşa 221 jî wan kesan giran e.

Gelek nexweşxaneyan jiber pêla zêdebûna dawîn mecbûr manin ku emelîyatên ne bilez paşve bixin da ku bikaribin nexweşên COVID-19 derman bikin.

Hikûmeta Çîk bi tedbîr û qedexeyên nû yên xurt ji destpêka roja Duşemê rewşa awarte ragihand. Wezîrê saxlemîyê Roman Prymula pêşbînî kir ku hejmara mirovên di yek rojê de bi vîrusa korna bikevin dibe ku di 8'ê Cotmehê de ji 8,000 peketîyan pirtir be.



XS
SM
MD
LG