Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozgerîya Komarî Careke Din Dixwaze bo Hesabên HDP'ê Tedbîr Were Girtin


Serdozgerîya Komarî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da ku ew tedbîrê deyne ser alîkarîya xezîneyê ya jibo Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP).

Serdozgerîyê dîyar kir ku HDP di 14’ê Gulanê de neketiye hilbijartinan loma divê dirava ku ji budceyê bihata dayîn wê were cemidandin.

Ajansa Mezopotamya ragihand ku Serdozgerî ji Dadgeha Qanûna Bingehîn xwestiye ku alîkarîya diravî ya 400 mîlyon lîrayî bicemidîne, bi sedema ku HDP neketiye hilbijartina 14’ê Gulanê.

Di serê salê de, li ser xwetina Serdozgerîya Komarî di serê sala 2023’yan de hesabên HDP’ê yên jibo alîkarîyê hatibûn bloke kirin.

HDP’ê xwestibû ku ew biryar were rakirin û Dadgeha Qanûna Bingehîn ser vê daxwazê danûstandin kiribû û bi piranîya dengan bloka ser hesabên HDP’ê rakiribû.

HDP’ê li gor qanûnên Tirkîyê îsal wê 539 mîlyon lîra alîkarî bistanda.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG