Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarên Komarî di Cara Duyê Derketin Pêş Temaşevanan


10 berbijarên Komarî ku dixwazin bibin kandîdê fermi ya Partîya Komarî do şev di nîqaşeke televîzyonî de, li Pirtûkxaneya Seroktî ya Ronald Reagan a li California hatin ba hev.

Di gotûbêjê de Trump girîngî da ser karsazbûn û maldarbûna xwe. Wî got, wek karsazekî serketî, zanîn û tercrubeya wî ya mezin heye û ew dixwaze vê yekê di asta cîhanê de bi kar bîne.

Trump herwiha got ku Serokê Rûsya Vladimir Putin jî nav de, ew dikare bi hemî rêberên cîhanê peywendîyên baş rêve bibe.

Gotinên Trump yên tûj li dijî 11 mîlyon koçberên neqanûnî li Amerîka yek ji sedemên serekî ye ku piştgirîya wî di nav Komarîyan de pir bûye.

Pirsnameyeke CBS/New York Times ya vê heftê nîşan dide ku piştvanîya bo Trump 27 j isedê ye û doktorê karkenarbûyî Ben Carson jî bi % 23 di rêza duyê de ye.

Li ser rêkeftina navokî ya ligel Îranê, senatorê eyaleta Kentucky Rand Paul û walîyê berê yê eyaleta Florida Jeb Bush ji berbijarên din cihê difikrîn. Her du berbijar got ku divê serokê tê rêkeftina heyî demûdest hilneweşîne.

XS
SM
MD
LG