Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Komarî Dibêjin Ewê Piştgirîyê Bidin Împiçkirina Trump


Liz Cheney
Liz Cheney

Sê endamên Partîya Komarî dîyar kirin ku ewê împîçkirina Serok Donald Trump bipejirînin.

Liz Chaney, ku yek ji pêşengên Komarîyên li Civata Nûneran e, Trump bi îxanetê tawanbar kir.

‘’Heta îro ti serokê Amerîka îxaneteke ewqas mezin li sonda xwe ya bo meqam û Qanûnan Bingehîn nekiriye.’’ Chaney ser Trump got.

Wê ser bûyerên li Kongresa Amerîkî dîyar kir ku Trump bang li ‘’çete’’yan kiriye, ew kom kirine û rê li ber êrîşan vekiriye.

Du endamên din yên Komarî yên Civata Nûneran, John Katko û Adam Kinzinger jî dan zanîn ku ewê bo împîçkirina Trump dengên xwe bidin.

Civata Nûneran dengdana ser împîçkirina Trump dê îro Çarşemê çêke.

Ger Civata Nûneran împîçkirina Trump bipejirîne ew dê bibe serokê pêşî yê Ameîka ku bo wî du caran peyvajoya împîçkirinê çêbûye.

Rojnameya New York Times îdia kir ku Serokê Piranîya Komarî ya li Civata Nûneran Mitch McConnel ji hewilên împîçkirina Trump razî ye û da zanîn ku Partîya Komarî piştî êrîşa li ser Kongresê dixwaze ku Trump ji partîyê dûr bixe.

Li gor nûçeya New York Timesê, Komarî dibêjin ku împîçkirina Trump dê bo wan dûrketina ji wî hêwantir bike.

Di êrîşa 6’ê Çileyê de, alîgirên Trump barîyerên polîsan derbaz kiribûn, bi zorê ketibûn avahîya Kongresê û di bûyeran de 1 ji wan polîs 4 kesan jîyanên xwe ji dest dabûn.

XS
SM
MD
LG