Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozgerîya Amedê Hember 101 Kesan Biryara Desteserkirinê Da


Ajansa Anadolu ya Tirkîyê ragihand ku Serdozgerîya Komarî ya Amedê bo ''101 kesên ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) re xebitîne'' biryara desteserkirinê daye.

Li gor Ajansa Anadolu, polîsan bo desteserkirina bergumanan li Amed, Îzmir, Stenbol û Semsûrê dest bi operasyonan kirine û heta niha 72 kes hatine desteser kirin ku ji wan 24 kes parêzer in.

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydın ji Twitterê dîyar kir ku parêzer bi îdiaya ku navên wan di belgeyên KCD’ê de derbaz bûne hatine desteser kirin.

‘’Vê sibê herî kêm 15 hempîşeyên me bi lêgerînên li malê hatin desteser kirin. Hempîşeyên me bi îdiaya ku navên wan di hin belgeyên KCD’ê de derbaz bûne hatine desteser kirin. Daxuyanîya bi hûrgilî dê paşê were dayîn.’’ Cîhan Aydin nivîsî.

KCD ya ku navenda wê li Amedê ye ji rêxistinên sazîyên sîvîl û partîyên sîyasî çêbûye. Di hin biryarên dadgehên Tirkîyê de KCD wek ‘’rêxistineke terorî’’ tê dîtin.

XS
SM
MD
LG