Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Komarî: Ji Hesabê bo Kempeyna li Wisconsinê 2,3 Mîlyon Dolar Hat Dizîn


Partîya Komarî ya Amerîka ragihand ku hesabên wan yên bankê yên bo li Wisconsinê hatine hack kirin û 2,3 mîlyon dolarên kempeyna hilbijartinê ya Serok Donald Trump hatiye dizîn.

Serokê Partîya Komarî yê Eyaleta Wisconsinê Andrew Hitt dîyar kir ku wan FBI ser wê hackkirin û dizîyê agahdar kiriye û wan jî dest bi vekolînê kiriye.

Hitt da zanîn ku ji hilbijartinê re kêmtir ji hefteyekê maye û xercnekirina diravan dikare zarareke mezin bide wan.

Di hilbijartina sala 2016’an de, Trump li eyaleta Wisconsonê bi 23 hezar dengên zêdetir bi ser ketibû.

Kompanîyên anketê didin zanîn ku di hilbijartinên 3’yê Mijdarê de Trump û berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden li Wisconsinê, ku 10 delegeyên wê hene, nêzî hev in û dibe ku Biden bi ferqeke biçûk li wir bi ser keve.

XS
SM
MD
LG