Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komarîyên Senata Amerîkî Plana Baca Mîlyoneran Red Dike


Endamên Partîya Komarî li Senata Amerîkî rê li bernivîsa qanûnekê girt, ku da rêjeyeke nû ya bacê bo mîlyoneran dîyar dike.

Serok Obama ev plan şandibû ber Senatê, li vê demê ku her du partîyên Demokrat û Komarî li vê sala hilbijartinê pêşnîyarên xwe yên ser bac û aborî pêşkêş fdikin.

Tevî ku 51 senatoran deng bo wê bernivîsê da û 45 senator jî dijî wê derket, lê Demokrat nekarîn 60 dengên pêdivî bo pejirandina bernvîsa wê qanûnê dest bînin.

Li gor bernivîsa wê qanûnê, kesên ku dahatîya wan li nav salekê ji 1 mîlyon dolaran zêdetir e, bi kêmî ve 30 ji sedê bacê li dahatêya xwe ya salane didine hikûmetê.

Jimareke mezin ya Amerîkîyên dewlemend, baceke kêm didin çimkî li Amerîkayê baca li ser dahatîya berhemînanîyê (investment) kêmtir e.

XS
SM
MD
LG