Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kombenda Efrîn ya Civakî li Herêma Cizîrê Tê Damezrandin


Damezrandina Kombenda Efrîn ya Civakî li Herêma Cizîrê
Damezrandina Kombenda Efrîn ya Civakî li Herêma Cizîrê

Derbiderên Efrînî ku li herêma Cizîrê dimînin, sazîyeke sivîl bi navê (Kombenda Efrîn ya Civakî) li bajarê Qamişlo ragihandin.

Di komcivîna damezrêner ya kombendê de, bi sedan Efrînîyên ku li Cizîrê dimînin, hazir bûn, karê kombendê nîqaş kirin û rêziknameya wê pesend kirin.

Endamê komîteya amadekar ya kombendê Welîd Bekir ji Dengê Amerîka re got, kombend dê nûnertîya Efrînîyên li Cizîrê bike û armanca wê wiha şîrove kir "Kombend sazîyeke civakî, çandî û xizmetguzarî ye, jibo xelkên Efrîn û Şehbayê ku derbiderî Cizîrê bûne, ku gelek pêdivîyên wan hene, loma kombend dê bibe nûnera wan li cem sazîyên fermî".

Herwiha Bekir da zanîn ku jibo rêkûpêkkirina karê kombendê çend komîte hatine ava kirin û her yek ji wan dê bi karekî taybet rabe.

Damezrandina Kombenda Efrîn ya Civakî li Herêma Cizîrê
Damezrandina Kombenda Efrîn ya Civakî li Herêma Cizîrê

Ji van komîteyan ya xizmet û alîkarîyê heye, dor karê wê Bekir agahî parve kirinو "Emê destekê bidin kesên pêwîstîya wan bi alîkarîyê heye, ji hemû civakê, jin, zarok yan xwendekarên ku xwedîyên wan li Şehba ne, çi bê xwestin emê hewl bidin bi rêyên madî û menwî bibin alîkar".

Bekir eşkere kir ku roleke kombendê ya hiqûqî jî dê hebe û ewê hewl bidin di vî warî de çalakîyan bikin, binpêkirinên li Efrînê diqewimin belgebikin û bighînin alîyên peywendîdar.

Di derbara xebatên din yên kombendê de, Bekir wiha domandو "Emê çalakîyên çandî pêk bînin, beşdarî bûneyên cuda bibin û taybetmendîya Efrînê nîşan bidin, loma komîteya çandî jî di kombendê de heye".

Hêjayî gotinê ye ku bi sedan malbatên Efrînê piştî destdanîna Tirkîyê ser herêma wan koçberî Cizîrê bûne, herwiha gelek xwendekarên ku malbatên wan li penageha Şehba ne li zanîngeha Rojava ya li Qamişlo dixwînin.

Di vê çarçovayê de û li gor Welîd Bekir Kombenda Efrînê ya Civakî di dema pêş de dê serjimarîya şênîyên Efrînê ku li Cizîrê dimînin bike.

Raporta Efrîn 26 12 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:57 0:00

XS
SM
MD
LG