Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kombûna Navokî li Washington DC Destpê Dike


Serok Obama dibêje eger terrorist çekên navokî bidest bînin, dibin mezintirîn gefe bo ser parastina Amerîka.

Rêberên cîhanê li Washington DC kom dibin ji bo pişikdarî kirin li kombûneka sereke ya navokî.

Rêberên welatan li paytexta Amerîka kom dibin ji bo bas kirina stratejiyeka cîhanî bo parastina çekên navokî da ku teknolojiya navokî negehit destê terroristan.

Serok Barack Obama dibêje eger terrorist kerestên navokî bidest bînin, dê bin mezintirîn gefe bo ser parastina Amerîka.

Serok Obama got rêkxistiyên terroristî yên weke El-Qayde kar dikin ji bo bidest anîna çekên navokî û eger serkeftî bin, ew (El-Qayde) du dil nabin li bikar anîna wan çekan.

Êvariya roja Duşembî kombûna sereke ya navokî li Washington bi amade bûna serok Obama destpê dike.

XS
SM
MD
LG