Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komcivîna Çaverêkirî ya Putin, Ruhanî Û Erdogan


Hesen Ruhanî-Iran, R. T.Erdogan-Tirkîye û Vladimir Putin-Rûsya
Hesen Ruhanî-Iran, R. T.Erdogan-Tirkîye û Vladimir Putin-Rûsya

Hatîye plan kirin ku roja Duşemê 16'ê Îlonê li Enqerê komcivîna sêqolî ya serokên hersê welatan Tirkiye, Îran û Rûsya li ser pirsgirêkên li Sûriyê û şerên li Îdlibê û herêmê civînan encam bidin.

Komcivîna Enqerê dê berdewamiya komcivînên li Soçî, Tehran, Astana û Enqerê be, ku hersê welat û serokên hersê welatan Putin, Erdogan û Ruhanî li ser pirsên şerên li Sûriyê û bi taybet rewşa aloz ya li Îdlibê gelek caran civîyane.

Çavdêr didin zanîn ku dê Tirkiye, nikare encaman derbarê rewşa Îdlibê bidest bixe, bi taybet piştî givaşên Îranê û Rûsya û pêşdaçûnên leşkerê rejîma Asad li Îdlibê bi alîkarîya firokên Rûsî.

Herwiha raportên ji herêmê didin zanîn ku penaberên Sûrî yên li Tirkiyê û rûniştvanên li herêma Îdlibê bi tirs nêzî encamên civîna sêqolî ya çaverê kirî dibin.

Bernama "Hello Washingon" jibo mijara civîna sêqolî gotûbêjan bike, mazûvaniya her du Dr. Abdullah Kiran, Şirovekar û Mamostayê Zanîngehê ji Stenbol û Yûnis Bahram, Şirovekar û Çalakvan ji Almanya kir.

Abdullah Kiran, Şirovekar û Mamostayê Zanîngehê
Abdullah Kiran, Şirovekar û Mamostayê Zanîngehê

Abdullah Kiran dibêje"Tirkiyê ji mêj deye dixwaze grûbên Cîhadî û Arabên koçber bîne herêma rojhilatê Firatê li ser axa kurdan bi cî bike…Erdogan nikare pirsa rojhilatê Firatê bi Putin û Ruhanî re çareser bike, ew mesele bi Amerîka re çareser dibe".

Kiran herwiha dide zanîn ku, dawiya dawî, eger ku Erdogan ji Amerîka bêhêvî bibe ewê cîhadiyan bîne li herêma Efrîn û al Babê bicîh bike û li hember rojhilatê Firatê weke gefekê bikar bîne".

Yûnis Bahram Şirovekar û Çalakvan
Yûnis Bahram Şirovekar û Çalakvan

Herwiha Yûnis Bahram dibêje"mafê xelk û koçberên Îdlibê heye bi tirs bin, ji ber ku niha rêze filîma şerê Sûriyê gihaye xeleka dawiyê, weke çawan Erdogan li Helebê, Doma, Xûta û cihên din ew firotin weha dê wan li Îdlibê jî bifroş, xelkê Îdlibê xwedî mafin baweriya wan qet bi Erdogan nemaye, baweriya wan şikestîye".

Hello Washington 13 09 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:24 0:00

XS
SM
MD
LG