Komeleya Zehmetkêşanên Şoreşger a Kurdistana Îranê ragihand ku ewê tevlî Hevpeymanîya Partîyên Kurdistana Îranê bibe.
Partîya Komele ku meha borî gotibû ku ew ne beşek ji hevpeymanîya ku di navbera pênc partîyan de hatiye îmzekirin ji ber hin fikaran, roja Çarşemê got ku "deftera siyasî ya Komeleyê biryar daye ku ji îro pê ve tevlî Hevpeymanîya partîyên Kurdistanî bibe."
Lê partîya Komeleyê veneşart ku ew bi mijarên ku ji bo wê girîng in eleqedar e û xwest ku bêtir li ser wan zelal bibin, û got ku "ev mijar niha û di siberojê de girîng in û emê ji bo wan wek armanc hewlan bidin."
Lê li dema bûyer û guhertinên vê dawîyê, Komeleyê got: "Leza guhertina herêma me ji her demê zêdetir guhertiye û Rojhilatê Kurdistanê xistîye ber rewşeke pir nazik û dîrokî ku ji her demê zêdetir pêwîstî bi yekîtîyê, hemahengî û çalakîyeke hevbeş heye."
Partîya Kurdî herwiha got ku gelek dost û hevalên wê daxwaz kirine ku ew beşdarî hevpeymanîyê bibe.
Heta dema amadekirina vê nûçeyê, Hevpeymanîya Partîyên Kurdistana Îranê derbarê vê mijarê ti agahî nedaye.
Di 22'ê Sibata îsal de, pênc hêzên siyasî li Kurdistana Îranê ragihandin ku wan hevpeymanîyeke siyasî îmze kirine bi mebesta "roxandina Komala Îslamî û pêkanîna mafê gelê Kurd ku çarenivîsa xwe li Îraneke pirreng û demokratîk diyar bikin."
Ew pênc partî ev in: Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKI), Partîya Jiyana Azad (PJAK), Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK), Komeleya Karkerên Kurdistanê û Sazmana Xebata Kurdistana Îranê.