Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve Yên Komkara Erebî Piştî 12 Salan Vegerandina Sûriyê Dipejirînin


Civîna Komkara Erebî li Qahîre
Civîna Komkara Erebî li Qahîre

Komkara Welatên Ereb, roja Yekşemê, piştrast kir ku wezîrên derve yên Ereban razî bûne ku Sûriyê vegerînin cihê wê di nava Komkarê de.

Peyvdarê Komkara Erebî Cemal Ruşdî di daxuyaniyeke taybet de ji El-Hurra re ragihand ku wezîrên derve yên Ereb di civîna xwe ya roja Yekşemê ya li paytexta Misrê Qahîreyê de biryar dan ku cemidandina endamtiya Sûriyê di Komkara Erebî de were rakirin.

Ji aliyê xwe ve, Peyvdarê Wezareta Derve ya Iraqê îro Yekşemê got, Wezîrên Derve yên Ereb li ser vegerandina Sûriyê bo kursiya wê di Komkara Erebî de li hev kirine.

Ajansa nûçeyan a Îraqî "INA" ji zarê peyvdarê wezaretê Ehmed El-Sehhaf ragihand û got, "Civîna wezîrên derve yên Ereb li ser vegerandina Sûriyê li ser kursiya xwe di Komkara Erebî de li hev kirin."

El-Sehhaf got jî ku "dîplomasiya diyalogê û hewildanên pêkvejiyana Erebî ya ku ji aliyê Iraqê ve hat pejirandin, hewldaneke rast e ji bo vegerandina Sûriyê bo Komkara Erebî."

El-Sehhaf berî niha ragihandibû ku Iraq "helwesta xwe li ser pirsa Sûriyê nû dike, giringiya vegerandina wê di Komkara Erebî de, bi awayekî ku bibe alîkar bo bihêzkirina ewlehî û aramiya wî welatî,.
El-Sehhaf herwiha got ku em pabendin bi pirsa Sûdanê jî, ku diyalogê weke rêyeke bidawî kirina rewşa heyî bingeh bihê girtin, weke ajansa "INA" readigihîne.
Dosyaya Sûriyê di van demên dawî de bûye mijara gelek civînan.

Roja duşema borî li paytexta Urdinê Emmanê civîneke şêwirmendiyê bi beşdariya wezîrên derve yên Sûriye, Urdin, Erebistana Saûdî, Îraq û Misirê hat lidarxistin û di civînê de wezîran li ser rêyên vegera penaberên Sûriyê yên ji welatên cîran û ji bo dewleta Sûriyê kontrola xwe li ser axa xwe berfireh bike gotûbêj encam dabûn.

Di nîvê meha Nîsanê de jî, civîna welatên Encumena Hevkariya Kendavê li bajarê erebistana saûdî, Ciddeyê pêkhat û tê de Misir, Iraq û Urdin jî beşdar bûn, ji bo gotûbêjkirina pirsa vegera Sûriyê bo nava Komkara Erebî.

Çend roj piştî civîna Ciddeyê, wezîrê derve yê Erebistana Saûdî serdana Şamê kir, ev yekem seredana Erebistana Saûdiyê bû jibo Sûriyê ji dema dûrketina navbera her du welatan bi destpêkirina aloziya Sûriyê berî 12 salan.

Çend welatên erebî, bi pêşengiya Erebistana Saûdî, balyozxaneyên xwe girtin û balyozên xwe ji Sûriyê vekişandin, ji ber ku di sala 2011an de ji aliyê rêjîma Sûriyê ve, "serhildaneke gelerî" ku veguherî şerekî bi xwîn û şerekî navxweyî yê domdar, ku li gorî AFP tê de Erebistana Saûdî û welatên din yên Ereb, piştgirî da komên opozîsyona Sûriyê.

Komkara Welatên Ereb di Mijdara 2011an de endamtiya Sûriyê rawestand.

Lêbelê, di van du salên borî de, nîşanên nêzîkbûnê di navbera Şamê û çend paytextan de hene, di nav wan de Ebû Dabî, ku peywendiyên dîplomatîk vegerand, û Riyad, ku danûstandin bi Şamê re dike da ku her du welat karabûbarên konsulxanyên xwe cardî vegerînin.

Jêder: Ajansên Navnetewî/INA/Alhurra

XS
SM
MD
LG