Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsan di Bîranîna Komkujîya Sirucê de 104 Kes li Stenbolê Desteser Kirin


Înîsîyatîfa Malbatên Sirucê xwest ku roja Çarşemê li taxa Kadikoy a Stenbolê jibo salvegera Komkujîya Sirucê (Pirsûs) çalakîyeke bîranînê li dar bixin.

Lê, çalakî ji alîyê polîsan ve hat asteng kirin û di salvegera 7’an ya komkujîyê de li Kadikoy’ê 104 kes bi awayekî tund hatin desteser kirin.

Yek ji şahîdê Komkujîya Sirucê Koray Turkay îdîa dike ku ew dizanin komkujî ji alîyê kê, çima û bi çi awayekî plankirî pêk hat.

“Gefa berîya 7 Hezîran’ê ku dihat gotin ‘400 kursîyan bidin bila ev kar bi awayekî aram çareser bibe’ û ev gef xwarina kê be divê ew hesab bide. Emê li dadgehan kî li pişt vê komkujîyê hebe, heta ku werin darizandin emê tekoşîna xwe bimeşînin.”

Turkay di berdewamîya axaftina xwe de jî got ku ronîkirina komkujîyê dê bide sedema demokratbûna Tirkîyê jî.

“Heta ku Komkujîya Sirucê û bûyerên di navbera 7 Hezîran û 1 Mijdarê neyên ronîkirin ne pêkan e ku Tirkîyê demokrat bibe. Em bawer dikin ku eger ev bûyeran werin ronikirin Tirkîyê wê berbi demokrasîyê ve bimeşe.”

Li alîyekî din ve jî 104 hatibûn desteserkirin 86 kes îro roja Pençşemê hatin berdan û îfadedayîna 16 kesan hîn jî berdewam e.

Hejayî gotinê ye ku di 20'ê Tîrmeh’a 2015'an de Federasyona Komelên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li Navenda Çanda Amara ya navçeya Pirsûsê ku girêdayî Ruhayê ye hatin cem hev û xwestin pêlîstokan ji zarokên li Kobanê re bibin.

Lê, endamekî Dewleta Îslamî (DAIŞ) di dema xwendina daxuyanîya SGDF’ê de bombeya li ser xwe peqandîbû û 33 kes kuştibûn û 104 kes jî birîndar kiribûn.

MEB_7_21_22_Siruc_Bîranîn_Desteserkirin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:23 0:00

XS
SM
MD
LG