Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansek Navdewletî Ya Perwerdê li Hewlêr


Konferansa Navnetewî ya Perwerdê li Hewlêr
Konferansa Navnetewî ya Perwerdê li Hewlêr

Konferansa navdewletî ya perwerdeyê li bajêrê Hewlêrê bi beşdarîya dehan berpirsên navxweyî û biyanî û 40 panelîst ji 24 zankoyên herêmî û Iraqê û çend instituyên navdewletî hat sazkirin.

Di konferansê de, Wezîrê Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd got, "Beşdar ji gelek welat û zanîngehên cîhanê ne û hêviya derfet û perspektîfeke nû ji bo pêşxistina şiyanên mamosteyên me ye û wiha got: "Ji bo xizmetkirina xwendekarên Kurdistanê û Iraqê bi zanist, perwerde û pêşxistina şarezayî û şiyanîn jiyanê da ku ew bibin rêveberiyek serbixwe û çareserkirina pirsgirêkên ku rastî xwendekaran tên çareser bikin."

Sakar Îsmaîl yek ji organîzatorên konferansê got: "Armanca vê konferansê di bin slogana xurtkirina dibistanan de ye da ku şiyanên jiyanê ji bo hemû xwendekaran baştir bike û tekane konferansa navneteweyî ya ku li ser asta baxçên zarokan û dibistanên mîna Siring li Kurdistanê tê lidarxistin."

Wezîrê perwerdê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: "Ev konfiransa navnetewî li ser çendîn mijarên girîng e ku li ser heşt mijarên ku giringin di baxçeyên zarokan de heta qonaxa dûzdehemîn ya amadeyî di warê perwerde û jêhatîbûna jiyanê de" "Konferanseke pir alî ye ku beşên herî girîng yên di wan waran de vedigire yên kuniha pêwîstiya me pê heye bikarin karnameya xwe ya perwerdê pêş bêxîn."

Di konferansê de perwerdekar, rêveberên perwerdeyê û serokên civakên herêmî amade bûn û gelek semîner bi sê zimanên cuda, Kurdî, Erebî û Înglizî hatin pêşkêşkirin.

Raporta Hewlêr 08 05 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:54 0:00
XS
SM
MD
LG