Însîyatîfa Dadwerî û Rêzgirtin Ji Mirîyan Re rojên Şemî û Yekşemê konferanseke bi navê “Dadwerî û Rêzgirtin li Mirîyan” li Stenbolê li dar xist.
Hevseroka Giştî ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Serokê Weqfa Aştîyê Hakan Tahmaz, Hevseroka Giştî ya Komela Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn, Dayikên Aştîyê û Komela Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD) jî di nav de, jimareke sazî û rêxistinên sivîl tev li konferansê bûn.
Hevberdevka Înîsiyatîfê Derya Aydin ji Dengê Amerîka re got ku konferans bi beşdarbûna kesîtîyên girîng hate kirin.
“Li Tirkîye û Kurdistanê ev demeke dirêj e li hember mirîyan jî şer destpê kiriye. Ne tenê ser bedenên mirovan, ser goristan û dîroka gelan jî şer heye. Em dixwazin ser vê mijarê bisekinin. Jiber ku ne tenê Kurd, mirîyên Ermenî û Suryanîyan û dîsa bawerîyên cuda yên wek Alevî û Ezîdî jî dibin armanca tundîyê û ev mirîyan bêxwedî dimînin.”
Yek ji Dayîkên Aştîyê, Afîye Yîgît jî got ku li Tirkîyê bi ti awayî dadmendî tuneye.
“Îro li welatê me evqas zilm û zordarî heye û ti kes rêzê ji mirîyên me re jî nagire. Hem me dikujin hem jî nahêlin em mirîyên xwe jî veşêrin. Car caran rêyên meytên me tê guhartin da ku ti kes vê yekê nebine. Jiber ku em vê yekê qebûl nakin, em dibin armanca tundîya polîsan û darbestên mirîyên me bi gazên rondikrêj û bi ava şidandî dibin armanca tundîyê û ji me re dibû roja reş.”
Hêjayî gotinê ye ku di vê konferansa ku du rojan dom kir de mijarên wek “Li Tirkîyê tundîya piralî ya li dijî mirîyan”, “Şînên nehatine girtin û tecrûbeya têkoşîna li dijî tundîya ser mirîyan”, “Di cîhanê de têkoşîna li dijî tundîya ser miriyan: Tecrûbeyên navneteweyî” hatin nîqaş kirin.