Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Jinên Kurd li Diyarbekir


Leyla Zana, endama berê ya perlemanê Tirkîye
Leyla Zana, endama berê ya perlemanê Tirkîye

Di navbera 24 – 26 mehê de, ji aliyê Tevgera Jinên Azad (DOKH), bi navê “Di Pêşxistina Demokrasiyê de Rola Jinan" Konferansa Jinên Kurd hat lidarxistin. Konferans bi 150 delegeyên ku ji Herêma Federal a Kurdistanê, Îran, Suriye, Ewropa û ji Amerîkayê ve hatibûn sê roj dewam kir. Ev delegeyên ha piraniya wan akademisyen, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, rojnamevan û aktîvîst bûn.

Di destpêka konferansê de parlamentera DEP’ê ya berê Leyla Zanayê gotareke da. Leyla Zana di axaftina xwe de diyar kir ku jinên Kurd tekoşina zayendî û ya netewî bi hevdu re dimeşinin. Zanayê got ku ev konferans “Ronesansa jina Kurd e”. Leyla Zana bang kir ji bo hemu hêz û tevgerên Kurdan da ku di navxwe de aşitîxwaz, azadîxwaz, demokrat û yek bin û weha dewam kir “Piştgirî tunebe yekbûn nabe, yekbûn tunebe hêz çênabe, hêz çênebe aşitî pêk nayê.” Leyla Zana di dawiya axaftina xwe de bang li hemû Kurdan kir ji bo konferanseke netewî.

Konferansa ku ji çapameniyê re girtî hat dewam kirin ji pênc beşî pêk hat û van mijarên sereke hatin niqaş kirin:

-Pirsgirêkên Kurdan yên Siyasî û Civakî, Polîtîkayên Dewletê yên li ser Înkar û Redkirina Nasnameya Kurdan

-Pirsgirêkên ku Jinên Kurd Pêre rû bir û ne û Şiklên Cudahiyên Piralî

-Perspektîfên Jinên Kurd yên ji bo Çareseriyê û Parvekirina Tecrubeyan

-Di Pêvajoyên Tekoşina Demokratîk de Rista Temsila Jinan û di Warê Serkeftina Zayenda Civakî de Perspektîfên Wan

-Di Bidestxistina Piştgiriya Neteweyiya Demokratîk de Rêbazên Jinan

Konferansa ku sê roj dewam kir di 26 mehê de bi encamnameyekî bidawî bû. Encamnameya ku bi zaravayên Kurmancî, Soranî û bi Tirkî hatibû nivîsandin û ji aliyê Leyla Zana û Parlamentera Goranê Peyman Ezadîn ve hat xwendin. Encamnameya ku piştî niqaşên dirêj hatin diyarkirin ji van xalan pêk tê.

- Konferans di serî de li hemberê red kirina nasanme û çanda Kurdî derdikeve herweha tunehesibandin û dubendiya navbera nasname, çand û bi olê din re dê di tekoşineke hevpar de be.

-Ev konferans bagewaziya welat û neteweyeke demokratîk û qanuneke bingehîn a demokratîk dike ku ji bo hemû çand û nasnameyan di qadekî de dikaribe bîne cem hev da ku qadên demokratîk û civakên azad bifarine.

-Li cîh û deverên ku asîmîlasyon li ser ziman û çanda Kurdî tê domandin, dê tekoşineke hevpar were li meşandin.

-Jin tenê nasnameyeke zayend an endamê çîneke nîne, di heman demê jin beşeke azad ya netewê û herweha pêşenga tekoşina edalet û wekheviyêye jî.

-Her li ku der dibe bila bibe, tundutujiya zayendî, nav malî, berdêl, recm, sinnet, kuştinên li ser navê namusê ku li ser jinê pêk tê weke sucên dijî mirovahiyê dihesibîne û li hemberê wan biryara tekoşineke hevpar dide.

-Li ji bo çareseriya pirsgirêkên aborî, civakî, sîyasî ku ev bi giştî encamên nêrîna dewletê ya tekparêz û zayenda civakî ye, piştgiriya rêgeza xweseriya Demokratîk a Herêmî dike.

-Dê ji têgeha mêrê serdest û jina bindest dur bisekine û bixweseriya rêxistinbuyîn, raman û bizavên xweser ji bo afirandina qadên alternatif dide berxwe.

-Şer encama têgeha mêrane û ya militarist e. Li hemberê rê û çanda tundutujiyê jin rêxistibunyina tevgerên aşitiyane dide ber xwe, her weha car din desturê nadin şerê birakujiyê.


- Konferansa me darvekirinê wekî sûcê mirovahiyê dipejirîneû ji bo kesên ku li benda darvekirinê ne bangewaziya piştevaniyê dike. Her wiha ji bo aqûbeta Zeynep Celaliyan û Şirîn Alemî yên ku di zindanên Îranê de hatine windakirin, , ji bo wan bi Dewleta Îranê re hewldanên acîl dê bidine destpêkirin.

- Ji bo Kurdên Suriyeyê ku hê jî bêstatu û bênasname ne û her diçe şertên wan giran dibe, dê ji bo têkoşîna wan roleke aktîf bilîze û bi awayekî acîl dê banga çalakiyan bike.

- Di serî de ji bo azadiya girtiyên jin ên ku li Tirkiyeyê ne û hemû jinên ku têkoşîna demokratîk didin, dê bi wan re di nava piştevaniyê de bin,

- Ji bo berdewamiya vê konferansê, li Herêma Federal a Kurdistana Iraqê biryara konferansa duyemîn dide.

-Ji bo çareserkirina hemu pirsgirêkên me Konferansa me banga kombûna Konferansa Neteweyî ya Kurd a Demokratîk dike.

- Ji bo dewam û bihêzkirina xebatên me grubeke ku ji 17 kesan pêk tê hat ava kirin.



Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG