Konferansa di Sedsala 21’ê de Ziman û Wêjeya Kurdî ya ku ji alîyê Zanîngeha Hakkarîyê de, di navbera rojên 16-18’ê Tîrmeha 2010’an de, bi beşdarbûna gelek zana û akademîsyenên Kurd ve pêk hat. Husên Arîf, Celîlê Celîl, Eskerê Boyîk, Ferhad Şakelî, Ferhad Pîrbal, Kadrî Yildirim, Reşo Zîlan, Îbahîm Seydo Aydoğan, Samî Tan, Selîm Temo, Halkawt Hakemî, Haşîm Ahmedîzade, Ergîn Öpengîn, Roşan Lezgîn, Arjen Arî, Îhsan Çolemergî, Feratê Dengizî, Ronî War di konferansê de amade bûn û di derbarê gelek warên ziman û wêjeya kurdî de gotar pêşkêşkirin.
Konferansa ku sê roj dewam kir, bi encamnameyekî bi dawî bu. Encamname ji van xalan pêk tê:
1- Beşdarên konferansê pêkhatina konferanseke bi vî rengî di bin banê Zanîngeha Hakkarîyê de girîng dibînin û spasîya zanîngehê û amadekarên konferansê dikin, ji ber ku wan xwe daye ber vî karî û ew bin vî barê giran, bi serbilindî rabûne.
2- Pirsgirêkên sîyasî tim jibo pêşketina ziman û wêjeya Kurdî bûne asteng. Îro jî pirsgirêka Kurd a ku hîn jî benda çareseriyeke demokratik û aştiyane ye, rê li ber pêşveçûna ziman û wêjeya kurdî digire. Jiber vê yekê, em bang li hemî aktorên siyasî dikin ku berpirsiyarîya xwe ya dîrokî pêk bînin û berî ku dereng bibe vî şerî rawestînin û jibo çareserîya pirsgirêkê destbi diyalogê bikin.
3- Nebûna perwerdeya bi zimanê kurdî bi serê xwe wekî sedemeke bingehîn e, ku ziman û wêjeya Kurdî ber bi windabûnê ve dibe. Jiber vê yekê beşdarên konferansê dixwazin ku hemû astengî û kelemên fermî û fîîlî yên li ber perwerdeya bi Kurdî ya giştî, di zutirîn demê de werin rakirin. Her wiha divê mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî bikeve bin ewlehîya qanûna bingehîn.
4- Wekî gava pêşîn a di vî warî de, daxwaz dikin ku deriyê Zanîngeha ji lisansê heta doktorayê ji kurdî re bê vekirin û statuya beşa ziman û wêjeya kurdî jî wekî statuya beşa zimanên din be. Her wiha ji bo amade kirina perwerdehiyê bi kurdî û gihandina mamosteyên branşên cur bi cur ên kurdî, fakûlteyên perwerdehîyê yên kurdî vebin.
5- Di encama gotûbêjên berfireh de gihîştin wê baweriyê ku têkilî û hevkarîya sazîyên Kurd di warê xwebatên lêkolînî û akademîk de qels û lawaz in. Jiber vê yekê, divê em wekî lêkolîner, nîvîskar, rewşenbîrên kurd û sazîyên ku di vî warî de xebatê dikin, bêyî ku bîr û bawerîyên siyasî li ber hevgirtinê bikin asteng, hevgirtina xwe xurt û tekûz bikin.