Breaking News

Konferansa Netewî ya Zimanê Kurdî Dawî Hat

Konferansa Ziman a Neteweyî di rojên 2, 3 û 4’ê Adara 2012’an de li Dîyarbekirê, bi beşdarîya 300 zimanzan, hîndekar, sîyasetvan û nûnerên sazîyên sivîl yên ji her alîyê Kurdistan û cîhanê pêk hat.

Di konferansê de li ser mijarên wekî “Rista Zimên di Yekîtîya Netewî de”, “Alfabe û Zaravayên Kurdî”, “Pergala Perwerdeyê û Akademîyên Zimên” gotar hatin pêşkêş kirin. Di encama nîqaş û nirxandina de delegasyona konferansê biryar da ku van daxwaz û pêşnîyaran pêşkêşî raya giştî, Kongreya Neteweyî û alîyên pêywendîdar bike.

Encamnameya ku ji 13 xalan pêk tê wiha ye:

1) Hebûna zaravayên Kurdî dewlemendî ye, parastin û geşepêdana wan jî peywireke netewî ye.

2) Di van rojên hanê de ku Konferansa Neteweyî ya Kurdî di rojevê de ye, divê ku Kurd jî xwedî bername û sîyaseteke netewî ya zimanî be.

3) Ev Konferans standardîya navxweyî ya her zarava pêwîst dibîne, lê di dema berhevkirina zargotinê de divê ku her tişt li gorî devoka xwe bê tomar kirin.

4) Jibo ji hev têgihîştina Kurdan û pêkhatina hişmendîyeke netewî hewcedarî bi yek alfabeyê heye. Heta giheştina vê qonaxê, jiber guncanbûna rewşa li Başûr, divê ku her du alfabe jî li wir di perwerde û her warî de bên kar anîn.

5) Ev konferans perwerdeya bi zimanê Kurdî mafekî sirûştî yê neteweyî dibîne û lewre ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdeya bi Kurdî daxwaz dike. Ev yek jî bi statuyayeke sîyasî ve pêkan e.

6) Konferansa me jibo avakirina civakeke demokratîk û plûrealîst pergaleke perwerdeyê ya ku bextewarî û pêşvebirina mirovan esas dibîne, pêşnîyaz dike.

7) Jibo pêkanîna bernameyeke zimanî ya netewî, pêdivî bi avakirina tevgereke zimanî ya Kurdistanî heye, da ku bikaribe kar û pêwistîyên zimanê Kurdî bi cih bîne. Jibo avakirina tevgerê desteyeke ku ji 31 kesan pêk tê, hate hilbijartin.

8) Konferansa me bang li Kurdan dike ku di her qada jîyanê de zimanê Kurdî bi kar bînin û pê bijîn.

9) Konferans li xebat û têkoşîna gelê me yê Başûrê Rojava ya di warê ziman û perwerdeyê de silav dike û piştgirîya xwe dîyar dike.

10) Em piştgirîya xwe jibo daxwaza girtîyên Kurd yên sîyasî ya di warê parastina Zimanê kurdî de radigihînîn.

11) Em polîtîkaya AKP’ê û helwesta rayedarên wê ya der barê ziman û çanda Kurdî de şermezar dikin û em vê sîyasetê jî berdewamîya sîyaseta asîmilasyon û înkarê dibînin. Bi heman şêweyî em sîyaseta rejîmên din ên li ser Kurdan jî bi tu awayî napejirînin.

12) Konferansa me operasyonên leşkerî û sîyasî yên li ser Kurdan tên meşandin şermezar dike, jibo çareserîyê dîyalog û muzakereyê pêşnîyar dike.

13-) Jibo pêşvebirina zimanê Kurdî zarok pir giring in, lewra jî di polîtîka û bernameya ziman a neteweyî de divê zarok cihekî taybet bigirin.

XS
SM
MD
LG