Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zenderlîoglu: Kongreya Netewî Dema Dîyakirî de Tê Kirin


Kurdish National Conference
Ev çend roj in raportên medyayî dibêjin ku îhtîmal e Kongreya Netewî bo 1-2 hefte were paş xistin, bi sedema bûyerên ku Kurdistana Sûrîyê diqewimin.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka endamê Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî Husamettîn Zenderlîoglu li ser xebata wê komîsyonê agahîyan dide.

Birêz Zenderlîoglu ku parlamanterê BDP'ê yê bajarê Betlisê ye dide zanîn ku kongre her wek plankirî were kirin.

Zenderlîoglu dibêje, taybetî li Herêma Kurdistanê hinek problemên navbera partîyên desthilatdar û yên opozîsyonê hene, lê wan daxwaz kiriye ku kêşeyên wiha nebin astenga kongreya netewî.

Husamettîn Zenderlîoglu dîyar dike ku ew kongre dê roleke pir girîng jibo Kurdan bilîze û divê herkes piştgirî lê bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:08:32 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG