Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran Budçeya bo Têkoşîna Dijî Vîrusa Korona Pejirand


Civata Senatoran ya Amerîka bi piştgîya Partîya Komarî û Partîya Demokrat budçeya bo têkoşîna dijî vîrusa korona pejirand.

Budçeya ku 8,3 mîlyar dolar e, li hember 1 deng bi 96 deng hat qebûlkirin.

Civata Nûneran jî roja Çarşemê li hember 2 dengan bi 415 budçe pejirandibû.

Budçeya li her du civatan hatiye pejirandin, bo îmzayê çû ber destê Serok Donald Trump .

Endamên Kongresê bo hazirkirina bernivîsa budçeyê çend rojan xebitîbûn.

Qesira Sipî berê bo têkoşîna dijî vîrusa korona 2,5 mîlyar dolar pêşnîyaz kiribû.

Serokê Kêmanîya Demokrat Chuck Schumer gotibû ku divê ew budçe 8,5 mîlyar dolar be.

Serok Donald Trump hefteya borî bo têkoşîna dijî vîrusa korona gotibû çiqas pêwîst emê xerc bikin.

Vîrusa korona ya bi navê Covid-19 li seranserê cîhanê heta niha pirtir ji 3300 kes kuştine û ketiye canê bi qasî 95,000 kesan.

Covid-19 li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li gor daneyên karbidestên Amerîkî didin, Covid-19 ji 50 eyaletên Amerîka heta niha li 16 eyaletan hatiye dîtin.

Wê vîrusê li Amerîka 11 kes kuştine û pêketên wê jî herî kêm 110 kes in.

XS
SM
MD
LG