Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksîyonên Kongres û Sîyasetvanên Amerîkî yên Ser Kuştina Silêmanî


Generalê Îranî Qasim Silêmanî yê Hêza Quds ya Pasdaran şeva Pêncşemê bi operasyona Pentagonê de di êrîşekê esmanî de hate kuştin.

Bi kuştina Silêmanî ji sîyasetvanên Amerîkî bertekên cuda hatin.

Ji baskê Komarî gelek endamên Kongresê pesna operasyonê dan, lê hin Demokrat dibêjin ne rast e ku bêyî erêkirina Kongresê biryara operasyonê hate dayîn.

Ji Partîya Komarî, Senator Lindsey Graham li ser Twitterê kêfxweşîya xwe dîyar kir.

"Berdela kuştin û birîndarkirina Amerîkîyan girantir dibe. Darbeyeke mezin li rejîma Îranê ket ku destê wan di xwîna Amerîkîyan da heye. Silêmanî endamekî zalim yê rejîma Ayetullah bû," Graham got.

Ji Partîya Demokratan, endamê Civata Nûneran Seth Moulton, ku di şerê Îraqê de jî cî girtibû, bi fikar e. Ew dîyar dike bi kuştina Silêmanî şerê heremê dikare geştir bibe. Moulton herwiha îdia dike Serok Trump ne xwedîyê stratejî ye.

Berbijarê Seroktîyê yê Partîya Demokratan Joe Biden jî li ser operasyonê daxuyanîyek nivîskî belav kir.

Bîden destnîşan kir tu Amerîkî jibo Silmênî şîn nakin jiber ku li hember leşkerên Amerîkî û wî bi hezaran masûman sucên giran kirine.

Biden dibeje Silêmanî jiber sûcên xwe hat ceza kirin.

"Rêveberîya Trump dibêje ku bi operasyonê pêşî li êrîşên Îranê digire, lê wusa xuya dike ku ev gav, wê encamê xirabtir bîke."

XS
SM
MD
LG