Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qanûndanêrên Amerîkî Daxwaza Kiryarên Demûdest li Myanmarê Dikin


Zarokên penaber yên Rohingyayî
Zarokên penaber yên Rohingyayî

Qanûndanêrên Amerîkî bang li hikûmeta Myanmar dikin ku bihêle rojnamevan û karmendên alîkarîyê xwe bigehînin herêma Rakhine ya kêşebar.

Serokê Komîteya Karên Derve, Kongresmen Ed Royce got ku divê hikûmeta Myanmarî rê li ber çûyîna Rakhine veke.

“Pir girîng e ku nûçegîhan bikaribin herin wê herêmê, USAID bikaribe li erdê be, jiber ku hebûna wan dikarin rê li ber reftarên xirab bigirin.”

Royce lêzêde kir ku rêvebirîya Trump soza $32 mîlyon alîkarî daye û 28 mîlyon ji wê wê here Bangladeş ku nêzî nîv mîlyon Rohingyayî ji Tebaxa vir ve revîbûn wî welatî.

Kongresmen Eliot Engel ji got ku divê Amerîka hizra danana toleyên nû li ser artêşa Myanmarê bike.

Engel bal kişand raporta komîsyonerê mafên mirovan yê Neteweyên Yekbûyî ku gotibû tundî û tûjîya dijî gelê Rohingya ku bi girseyî hatine sirgun kirin, giheştîye asta paqijîya etnîkî.

XS
SM
MD
LG