Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Rûsya: Kongresê Trump Biçûk Xist


Serokwezîrê Rûsya Dmitry Medvedev dîyar kir ku Amerîka, bi toleyên nû yên dijî Moskowê "şerekî bazirganî" daye destpê kirin.

Medvedev da zanîn ku tole nîşan didin ku Serokê Amerîka Donald Trump "di neçarîyê de maye" û Kongresê ew biçûk xistîye.

Trump, tevî ku bernivîsa toleyên dijî Rûsya, Îran û Koreya Bakur rexne dikir jî bernivîs îmza kir.

Di bernivîsê de, sedema toleyên dijî Rûsya, maytekirina wê ya di hilbijartina Amerîka ya 2016'an hatîye nîşan dan.

Dijî Koreya Bakur û Îranê jî, jiber bernameyên wan yên balîstîk û navokî tole têne xwestin.

Rêvebirîya Tehranê ragihand ku toleyên Amerîka, peymana navokî ya 2015'an binpê dike û ewê jî bersîva toleyan bidin.

Medvedev ji ser rûpela xwe ya Facebookê got ku "Ew tole, hêvîyên bo başkirina peywendîyên bi rêvebirîya nû ya Amerîka re diçilmisînin"

Serokwezîrê Rûsya dîyar kir ku bo ku Trump ji wazîfeya xwe were dûr xistin, dê hin gavên din werin avêtin.

XS
SM
MD
LG