Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çaverê ye Kongresa Amerîkî Rêkeftina Baca Dahatîyê Derbaz Bike


Çaverê ye Kongresa Amerîkî Rêkeftina Baca Dahatîyê Derbaz Bike
Çaverê ye Kongresa Amerîkî Rêkeftina Baca Dahatîyê Derbaz Bike

Kongresa Amerîkî li ber e, îro Înê muhleta kêmkirina bacan jibo 2 mehên din dirêjtir bike.

Serok Barack Obama jî got, derbazbûna qanûnê jibo ekonomîya Amerîkayê gelek jîndar e.

Civata Nûneran ya Amerîkî wê dengdanê li ser qanûnê bike ku Civata Senatoran hefteya çûyî pejirandibû. Qanûna heyî bacên ku ji mehanîyan dihate birîn, kêmtir dikir û li dawîya salê teva dibû.

Komarîyên li Civata Nûneran di bin giwaştinê da bûn ku dirêjtirkirina du mehan qebûl bikin.

Li gorî zagonê, rêjeya bacên ku ji dahatîyan têne birîn dê wekî 4.2 ji sedê bimîne. Eger qanûn derbaz nebe, hîngê ew rêje jibo 160 mîlyon karkerên Amerîkî careke din dibû 6.2 ji sedê.

Ku Civata Nûneran muhleta qanûna heyî dirêjtir bike, her wiha, sîgorta bêkarîyê û ya saxlemîya kalûpîran jî dirêjtir dibe.

XS
SM
MD
LG