Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongresa Amerîkî John Lewis bi Merasîmeke Taybet Oxir Dike


Kongresman John Robert Lewis
Kongresman John Robert Lewis

Roja Duşem û Sêşemê li avahîya Capitol ya Kongresa Amerîka jibo rêberê mafên sîvîl û Kongresmenê demdirêj John Robert Lewis, dê merasîm were lidarxistin da ku gel rêzdarîyên xwe pêşkeş bikin.

Merasîm dê bi maldarîya kurê Martin Luther King ve û bi parastina dûrahîya civakî pêk were.

Endame Demokrat yê Kongresê yê eyaleta Atlanta ji 1987'an ve John Lewis di tevahîya jîyana xwe de dijî koletî û jibo dadmendîya nijadî tekoşîn kir. Ew gelek caran rû bi rûyê girtin û lêdanan bû. Lewis di 17'ê Tîrmehê de jiber nexweşîya penceşêra pankreasê, di temenê 80'an de koça dawî kir.

Mirina John Lewis di demekê li seren serê Amerîka, di derbarê neheqîya nijadî neqaş dihat kirin de pêk hat. Nêzîkatîya newekhev yên polîsan ya dijî Amerîkîyên Reş (Afrîqiyên Amerîkî)bi xwepêşandanên berfireh û bi piranî bi rengekî aşîtîdar dihat şermezar kirin, û sazîyên bi navên rêberên berê yên alîgirê sîstema koletîyê ya Konfederasyonê dihat rakirin an guhertin.

Meha borî, Lewis li kolanek liber Qesra Spî beşdarî şaredara Washingtonê Muriel Bowser bû, li vir, nivîsekê zer ya pir mezin ku ji esman tê dîtin, dibêje "Jîyana Reşan Girîng e", hatibû nivîsandin, tevgera civakî ya bi vî navî, serbilind kir.

Piştî Lewis, herema dibistanên giştî ya bajarê Fairfax ya li eyaleta Virginia, hefteya borî biryar da ku navê Dibistana bi navê Robert E. Lee were guhertin. Lee di şerê navxweyî ya Amerîka de fermandarê giştî yê artêşê konfederal bû.

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi û Serokê Piranîya Senatoyê Mitch McConnell di daxuyaniyek hevbeş de ragihandin ku, tenê dê kesên vexwendinkirî tevlî merasîma taybet ya cenaza John Lewis ya li Capitol bibin û jibo serdana giştî dê roja Duşem û Sêşemê merasîmên vekrî werin li dar xistin.

Jiber fîkarên belavbûna vîrusa korona, dê dîtina raya giştî li derveyî derê rojhilat ya Capitolê pêk were û dûrbûna civakî dê bi avayekî xurt were parastin, di daxuyaniyê de tê gotin.

Lewis di sala 1965-an de, di meşa navdar ya bi navê "Yekşema bi Xwîn" de li ser pira Edmund Pettus ya li eyaleta Alabama pir xirab hatibû lêdan.

XS
SM
MD
LG