Kongreya niştîmanî ya Partîya Demokrat rja Sêşemê li bajarê Charlotte, wîlayeta North Carolina, destpê dike.
Di vê kongreyê de, ku sê rojan berdewam dibe, Partîya Demokrat bi fermî Barack Obama bo gereka dî ya serokatîyê destnîşan dike.
Hevjîna Serok Obama, Michelle Obama, şeva Sêşemê gotarekê pêşkeşî beşdarbûyên kongreya Demokratan dike.
Serok Obama û cîgirê wî Joe Biden şeva Pêncşemê bi fermî berbijartîya Partîya Demokrat qebûl dikin.
Heftîya bihurî kongreya Partîya Komarî li Florida hate lidarxistin û Komarîyan bi fermî Mitt Romney wek kandîdê xwe bo serokatîyê destnîşan kir.