Konsereke li Rotterdam ya Hollanda, jiber gumana êrîşa terorî hat betal kirin.
Bajarvanê Rotterdamê Ahmed Aboutaleb dîyar kir ku li nêzî cîhê konsera Allah - Las, ku komeke rockê ya Amerîkî, di mînîbusekê de hin tupên tije gaz hatine dîtin.
Aboutaleb da zanîn ku plakaya mînîbusê ya Îspanya ye û wan berê ji polîsên Îspanî îstixbarata êrîşa terorî ya ser konserê, sitandine.
"Ajotvanê mînîbusê hat girtin, lê hîn zû ye bo ku meriv bibêje di navbera konser û mînîbusê de peywendî heye" Aboutaleb got.
Ser betalbûna konserê endamên Allah - Las bi berevanîya polîs ji salonê derketin.
Koma rockê, jiber navê xwe rastî bertekên Misilmanan tê, lê endamên komê dîyar dikin ku navê wan ji "la-la-la"ya muzîkê çêbûye.