Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterên Partîya Konservatîf Berbijarên Serokwezîrîya Brîtanya Dîyar Dikin


Piştî karvekişîna Serokwezîra Brîtanya Theresa May, Partîya Konservatîf ya desthilatê bo serokê nû dengdana pêşî li dar xist.

Di dengdana pêşî de, ji 313 parlamanterên Partîya Konservatîf 114 parlamanteran deng dan Boris Johnson.

Li dû Boris Johnson, bi 43 dengan Jeremy Hunt û li dû wî jî bi 37 dengan Mchale Gove hat.

Jiber ku bo beşdarbûna dengdana duyê divê berbijarek herî kêm 17 dengan bistîne, Andrea Leadsom, Esther McVey û Mark Harper têk çûn.

Boris Johnson, ku berê wezîrîya derve jî kiribû, dîyar kir ew jiber piştgirîya bo wî kêfxweş e û da zanîn ku rîya wan dirêj e.

Dengdana bo berbijaran heta du berbijar dimînin dê bidome. Piştre endamên Partîya Konservatîf dê serokê nû û di ser vê re jî serokwezîrê nû yê Brîtanya dîyar bikin.

XS
SM
MD
LG