Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konseya Ewrupa Vekolîna Biryarnameyên Dawî yên Hikûmeta Tirkîyê Dike


Hefteyeke berê du biryarnameyên nû yên di desthilata qanûnê de (KHK) hatin belav kirin.

Di xaleke biryarnameyê de hat destnîşan kirin ku jibo girtîyên sîyasî biryara cilên yek tîp û yek reng hatiye girtin. Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, jibo wê biryarê girtîgeha Guantanamo ya Amerîkî wek mînak nîşan dabû.

Xaleke cuda ya biryarnameyê jî bû sedema nîqaşan. Biryarnameya 696’an, xala 121’an jî bû sedema nîqaş û bertekan.

“Şeva 15’ê Tîrmehê, ji bilî hêzên ewlekarî, kesên ku jibo têkbirina darbeyê rol girtine, dê neyên ceza kirin.”

Ev xal dewamîya biryarnameya 8'ê Mijdara 2016’an e ku di wir de jî heman qanûn jibo hêzên ewlekarî hatibû derxistin.

Hem partîyên sîyasî, hem rêxistinên sîvîl li dijî vê biryarê dertên û dibêjin “dema ku kesek sûcek kiribe, divê bê ceza kirin û dixwazin ev xal were betal kirin.”

Lê, hem Erdogan, hem jî Serokwezîrê Tirkîyê Binalî Yildirim dibêjin ku ewê ti guhertin çênekin.

Lê, Konseya Ewrupa ku Tirkîye endamê wê ye, nerazîbûna xwe loi hember wan gavên hikûmetê dîyar dike.

Berdevkê konseyê Daniel Holtgen destnîşan kir ku di çarçova mafê mirovan de ew niha biryarnameyên dawî kontrol dikin û dest bi lêkolînan dikin.

“Dadgeha Bilind ya Tirkîyê van îtirazan qebûl nake. Jibo kesên ku mafê wan hatine binpê kirin, me pêşnîyar kir ku komîsyonek li Tirkîyê were ava kirin. Ev şert e jiber ku jibo dozek were Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupa, divê hemî rêyên hiqûqî li Tirkîyê hatibin ceribandin.”

Konseya Ewrupa jibo parastina mafê mirovan û rêgezên hiqûqê di sala 1949’an de hat ava kirin û Tirkîye yek ji endamên damezrêner e.

XS
SM
MD
LG