Konsulxaneya Amerîkî ya li Stenbolê rastî êrîşeke çekdarî hat, lê kesek birîndar nebû.
Hate ragihandin ku êrîş ji alîyê du kesan ve hate kirin û ew piştî bersîvdana polîsan ji cîhê bûyerê revîne.
Medya Tirk ragihand ku yek ji êrîşvanan jin bû û ew dû re ji alîyê polîsan ve hate desteser kirin.
Berî wê êrîşê, polîsxaneyeke Stenbolê rastî êrîşeke çekdarî hatibû û 3 ji wan polîs, 10 kes di êrîşê de birîndar bûbûn.
Ajansa Anadolu ya dewletê ragihand ku “terîstan” ew êrîş pêk anî.