Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ICRC: Konvoya Alîkarîyê Piştî 6 Mehan Ket Hindur Douma ya Dorpêçkirî


Li Douma keçeke birîndar
Li Douma keçeke birîndar

Reuters’ê ji zarê Komîteya Xaça Sor ya Navneteweyî (ICRC) ragihand ku konvoyeke alîkarîyê ya xwarin û pêdivîyên tibî do Sêşemê ket Douma ya Sûrîyê ku ji Cotmehê vir ve ti alîkarî negiheştibû wê herêmê.

ICRC li ser Twitter’ê da zanîn ku tevî Neteweyên Yekbûyî (NY), Heyva Sor ya Sûrîyê, jibo 35,000 însan bi 51 kamyon alîkarî ketîye hindur Douma.

Karbidestekî NY ji Reuters’ê re dîyar kir ku konvoya alîkarîyê bi şev dereng giheştîye Douma û xebatên belavkirina alîkarîyê didomin.

NY, meha borî ragihandibû ku li Ghouta ya nêzî Şamê, ku di destê serhildayan de û ji 2013’an vir ve ji alîyê hêzên hikûmetê ve dorpêçkirî ye, 300,000 kes bê xwarin û vexwarin mane.

NY da zanîn ku ji Cotmehê vir ve ti alîkarî negiheştibû Douma.

Karbidestê NY bo Sûrîyê Jan Egeland, meha borî bang li alîyên şerî kiribû ku cengê rawestînin û gotibû ku divê alîkarî demûdest bigiheje rojhilata Douma ya 400,000 kes dihewîne.

XS
SM
MD
LG