Lînkên eksesibilîtî

Konveyeke DAIŞ'ê li Çoleke Sûrîyê Sekiniye


Çekdarekî DAIŞ'ê

Reuters'ê ji zarê koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ragihand ku konveyeke çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) û malbatên wan, piştî ji sînorê Îraqê vegerîyaye, li çoleke Sûrîyê sekiniye.

Koalîsyonê, bi daxuyanîyekê ji Rûsya xwest ku ji hikûmeta Sûrîyê re bibêje ku ewê nehêlin ku 17 otobusên konvoyê ber bi sînorê Îraqê ve bilivin.

Artêşa Sûrîyê û Hizbullaha Lubnanê, piştî çekdarên DAIŞ'ê li sînorê Lubnan û Sûrîyê dorpêç kiribûn, ser lihevkirinekê hiştibûn ku cîhadî bi saxî ji wê herêmê derkevin.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka dîyar kiribû ku ew ne alîyê peymanê ye

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG