Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr ji Amerîka re 600,000 Testên Vîrusa Korona Dişîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Koreya Başûr dê ji Amerîka re 600,000 testên vîrusa korona bişîne.

Reutersê ji zarê karbidestekî hikûmeta Koreya Başûr dîyar kir ku ew test dê sibê Sêşemê ber bi Amerîka ve bi rê kevin.

Li gor nûçeya Reutersê, Serokê Amerîka Donald Trump ew test di 25’ê Adarê de dema bi Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in re axifîye, xwestine.

Çaverê ye ku Koreya Başûr di rojên pêş de 150,000 testên din bişîne Amerîka.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Amerîka pirtir ji 550,000 kes bi vîrusa korona ketine û bi wê vîrusê 22,116 kesan jîyana xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG