Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur: Em jibo Hemî Cûreyên Cengê Amade Ne


Koreya Bakur, piştî Amerîka gemîyên cengê şandin nîvgirava wî welatî, dîyar kir ku ewê bi çekên giran berevanîya xwe bike.

Ajansa dewleta Koreya Bakur KCNA, ji zarê Wezerata Karên Derve ragihand ku gavên dagirkerîyê giheştîye astekeke tund.

Serokê Amerîka Donald Trump dabû zanîn ku hêzên Amerîkî, bi tenê jî dikarin gefa nukleer ya Koreya Bakur pûç bikin.

Di Koma Gemîyên Firokan ya Carl Vinston de gemîyeke firokan û hin gemîyên cengê hene.

Wezareta Karên Derve yên Koreya Bakur bi daxuyanîyê ragihand ku ew jibo hemî cûreyên cengê amade ne û berpirsê encaman ewê Amerîka be.

XS
SM
MD
LG