Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur: Toleyên Amerîka Rê li Ber Pûçkirina Çekên Navokî Digire


Koreya Bakur, ser toleyên Amerîka yên nû yên dijî sê payabilindên di rêvebirîya Pyongyangê de bertek nîşan da.

Pyongyangê ji ajansa fermî KCNA ragihand ku dibe ku biryarên Washingtonê rê li ber pûçkirina çekên navokî yên li nîvgirava Kore bigire.

Wezareta Xezîne ya Amerîka dîyar kiribû jiber îdiayên binpêkirina mafên mirovan û sansurê, wan hebûna li Amerîka ya sê karbidestên Koreya Bakur cemidandîye.

Peywendîyên di navbera Amerîka û Koreya Bakur de, piştî Hilcivîna Sîngaporê ya di meha Hezîranêde geş bûbûn.

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un di hilcivînê de ser pûçkirina çekên navokî yên Pyongyangê li hev kiribûn.

XS
SM
MD
LG