Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur, Amerîka bi Pûçkirina Danûstandinan Tawanbar Dike


Rêvebirîya Koreya Bakur ragihand ku heta Amerîka helwesta xwe neguherîne ewê careke din bo danûstandinên ser bernameya navokî necivin.

Daxuyanîya Wezareta Derve ya Koreya Bakur di medya fermî ya wî welatî de hat weşandin.

Di daxuyanî de Amerîka bi ‘’pûçkirina danûstandinan’’ hat tawanbar kirin û ser xwestinên Washingtonê hat gotin ku ‘’daxwazên nepêkan’’ in.

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un di meha Sibatê de civîyabûn, lê di kombûnê de ti lihevkirin çênebûbû

XS
SM
MD
LG