Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Dibe ku Sê Amerîkîyên Girtî Berde


Di çapemenîya cîhanê de tê ragihandin ku dibe ku Koreya Bakur sê hemwelatîyên Amerîkî yên girtî berde.

Bizavkarên Koreya Başûr ji zarê jêderên Koreya Bakur da zanîn ku sê hemwelatîyên Amerîkî, li Pyongyang ya paytaxta Koreya Bakur hatine bi cîh kirin.

Serokê Amerîka Donald Trump jî ji Twitterê dîyar kir ku dibe ku Amerîkîyên girtî di demeke kin de werin berdan.

‘’Wek ku herkes dizane, desthilata berê banga berdana her sê dîlên li kampa xebatê ya li Koreya Bakur dikirin, lê ti encam jê dernediket. Li bendê bin’’ Serok Trump nivîsî.

Ji sê Amerîkîyên girtî yên li Koreya Bakur, dudu piştî Trump di sala 2017’an de bûbû serok, hatibûn desteser kirin.

Wezareta Derve ya Amerîka, ser îdiayên serbestbûna Amerîkîyan hîn ti agahî nedaye.

XS
SM
MD
LG