Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CSIS Dîyar Dike ku Koreya Bakur Navendên Çekên Navokî Veşartine


Sazîya Center of Stragetic and International Studies (CSIS) ragihand ku Koreya Bakur bi qasî 20 navendên muşekan vedişêre.

Serokê Bernameya Koreya Bakur yê CSIS Victor Cha li se wê mijarê ji New York Timesê re peyîvî.

"Wer xuya dike ku navendên muşekên Pyongyangê nehatine betal kirin.’’

Di rapora CSIS’ê de tê gotin ku Koreya Bakur muşekên navokî li navendên li binî erdê yên li herêmên çîyayî veşartine û ew nêzî qadên firandinê ne.

CSIS dîyar dike ku navendeke muşekan 135 kîlometra li bakurê rojavayê Seul ya payxtexta Koreya Başûr e.

Di rapora CSIS’ê de, dîmenên ji esmên, hevpeyvînên bi gotinên kesên ji Koreya Bakur revîyane û hevdîtinên bi endamên îstixbarat û hikûmetê re hatin nirxandin.

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un di 12’ê Hezîranê de li Sîngaporê kom bûbûn û piştî hilcivînê dîyar kiribûn ku rêvebirîya Pyongyangê dê çekên navokî pûç bike.

Li dû hilcivînê, navendeke muşekan ya Koreya Bakur hatibû hilweşandin û rêvebirîya Pyongyangê dabû zanîn ku ceribandina muşekan rawestandîye.

Amerîkî ragihandibû ku heta temamê çekên navokî têne pûç kirin dê toleyên dijî Koreya Bakur bidomin, lê rêvebirîya Pyongyangê dîyar kiribû ku ger Washington jî hin gavan neavêje ewê temamê çekan pûç nekin.

Rêvebirîya Pyongyangê di rojên borî de dabû zanîn ku ger Amerîka toleyên aborî bi dawî neke, ewê jinûve dest bi bernameya navokî bike.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dê bi karbidestên payabilind yên Koreya Bakur re kom bûbûya, lê demeke kin berî civînê, hevdîtin hatibû betal kirin.

XS
SM
MD
LG