Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Civîna bi Koreya Başûr Betal Dike


Koreya Bakur ragihand ku jiber hîndarîyên Amerîka û Koreya Başûr, civîna bi karbidestên payabilind yên Koreya Başûr re betal kiriye.

Li ber bû ku şandeyan Koreya Bakur û Koreya Başûr, îro Çarşemê bicivîyana, lê berî civînê Pyongyangê dîyar kir ku civîn betal bûye.

Ser biryara Koreya Bakur, derbarê hevdîtina Trump û Kim Jong Un, ku li ber e ku meha pêş li dar keve, guman çêbûn.

Ajansa Koreya Başûr, Yonhap da zanîn ku Amerîka bo hevdîtinê divê nirxandinên girîng bike.

Bi qasî 100 firok beşdarî hîndarîyên Amerîka û Koreya Başûr bûn.

Koreya Başûr dabû zanîn ku Koreya Bakur dê hefteya pêş navenda navokî bigire.

XS
SM
MD
LG