Koreya Bakur ser toleyên nû yên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) yên dijî Pyongyangê bertekeke tund nîşan da.
Wezareta Derve ya Koreya Bakur bi daxuyanîyekê ragihand ku toleyên nû dibe ku bibin sedema cengê.
KCNA, ajansa fermî ya Koreya Bakur, ji zarê wezaretê dîyar kir ku "Amerîka jiber hêza navokî ya Koreya Bakur ketîye şokê û bo toleyên herî tund ragihîne dîn bûye"
Wezaretê da zanîn ku bi bernivîsa nû, Koreya Bakur ji alîyê aborî ve hatiye dorpêç kirin.
"Bernivîsa ku ji alîyê Amerîka û şopînerên wê ve hatiye amade kirin, desthilata me binpê dike, zararê dide aştî û îstiqrara Nîvgirava Kore û dibe sedema cengê" di daxuyanîyê de hat gotin.
CENY'ê roja Înê toleyên dijî Koreya Bakur pejirandibû.