Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Ber bi Japonya Muşekeke Nû Firand


Koreya Bakur, li dû biryara toleyan ya Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ber bi Japonya muşekek firand.

Wezîrê Dewletê yê Japonya Yoshihide Suga dîyar kir ku muşek di ser Girava Hokkaido re derbas bûye û 2000 kîlometre li rojhilata wê, li Oqyanûsa Pasîfîk ketîye xwarê.

Karbidestên Koreya Başûr jî da zanîn ku muşek ji Pyongyang ya paytaxt hatiye firandin û 3700 kîlometre li jor maye.

Artêşa Amerîka dîyar kir ku wan muşekeke menzîlnavîn tespît kiriye, lê ew dijî Amerîka Bakur û Guamê ne ti gef e.

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson bang li bîragiştî ya navneteweyî kir ku dijî Koreya Bakur "tedbîrên nû" bistîne û got ku "provokasyonên didomin ewê îzolasyona dîplomatîk û aborî ya Koreya Bakur kûrtir bike"

Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe dîyar kir ceribandina muşekê "nayê qebûl kirin" û got "divê civaka navneteweyî kom bibe û peyamekê ji Koreya Bakur re. ku dijî aştîya cîhanê gefan dixwe, bişîne"

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ser daxwaza Amerîka û Japonya îro Înê dê demûdest kom bibe.

XS
SM
MD
LG